21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Baglara navçeya Diyarbekirê piştî ku li taxa Kaynartepeyê qedexeya derketina derva hat rakirin, texrîbata ku terorîstan li ser xaniyan pêk anî derket holê.
Piştî ku terorîstan li taxa Kaynartepeyê ya Baxlarê rê girtin, agir berdan hin wesayîtan, li ser kuçeyan barîqat danîn û hewl dan çalan bikolin û şûnda di navbera terorîstan û hêzên ewlekariyê da pevçûn derketibû di encamê da polêsek cangorî bibû, 10 polês birîndar bibûn, 3 terorîst jî hatibûn kuştin. Li ser vê seba ku rê li ber êrîşên terorîstan bigirin û asayîşa qamûyê cîbicî bikin, heya agahdariyeke duyemîn di 14ê adarê da tevî taxa Kaynartepeyê li kolana Gurselê û kolana Nukhet Coşkunê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Îro ji saet 06.00an pê va qedexeya derketina derva hat rakirin û piştî vê welatî vegeriyan malên xwe.
Eşkere bû ku terorîstan deriyên xaniyan şikandin, zirareke mezin dan mal û eşyayan, dîwarên xaniyan rûxandin û di navê da çûn û hatin.
Rûxandina ku di xaniyan da pêk hat da nîşan ku ka şideta êrîşên terorîstan çiqas zehf e. Welatiyên ku ji ber van êrîşan mexdûr bûn bertek nîşanî terorîstan dan.
- "Hewl dan ku bi me jî xendekan bidin kolandin"
S.Oyê ku li taxa Kaynartepeyê dijî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku wî çawa bihîst qedexe rabû, ew destxwera hat malê.
S.O. bal kişand ku terorîstan zirareke mezin dan xaniyê wî û wiha pê da çû, "Di saet 22.00yan da hatin ber mala me û dest bi kolandina xendekê kirin. Me xwest ku em zarokan ji malê derxin, lê ewil nehiştin. Hewl dan ku bi me jî xendekan bidin kolandin, em ji tirsa me mala xwe hişt û em bi zorê revîn. Guleya roketavêjê li mala me ketiye. Heger em li mal bûna, dibe ku em aniha li ser heyatê nebûna. Xwedê bira zewalê nede dewleta me."
S.O bal kişand ku di êrîşan da kargeha wî jî zirar dîtiye û wiha xeberda, "Dikana me jî şewitandine, rûxandine û talan kirine. Em hemû per û perîşan in. Bira ji Xwedê bibînin. Em şer naxwazin."
- "Em ji ber xendekan perîşan bûn"
Ji welatiyan Y.G jî diyar kir ku tekane xwesteka wan hizûr e.
Y.G destnîşan kir ku mafê tu kesî nîne ku van tiştan bînin serê vî xelkê belengaz û wiha dewam kir:
"Xwedê bira alîgir û destegîrê me be. Kî dibe sedema van, bira ji Xwedê bibîne. Bira biçin, heya niha ev siyaseta xwe ya qirêj li ku dimeşandin, bira li wir bimeşînin. Çi dixwazin ji van mirovan? Em dixwazin rihet bijîn. Malên me talan kirin. Em vê mexdûriyetê heq nakin."
E.T jî got ku ew ji êrîşên terorê yên li Sûrê revîn û tevî 4 malbatan wan li Baglarê dikanek kirê kir û eşyayên xwe tê da bi cih kirin û wiha domand, "Alavên me yên 4 malan jî di êrîşa terorê da zirareke mezin dîtin. Ma divê wiha be, em perîşan kirin. Ev hefteyek e li ber deriyê me xendek kolan. Em ji ber xendekan perîşan bûn."