ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê komekê bê destûr xwepêşandan li dar xist û wesaîta bizirx midaxaleyî komê kir. Komê jî bi roketê êrîşî wesaîta bizirx kir û 2 polês birîndar bûn.
Komek li taxa Sûrê hinda Otogarê civiya û bi hinceta ku li derveyî sînor operasyonê dibin ser rêxistina PKKê, bê destûr xwepêşandan li dar xist. Polêsan midaxeleyî komê kir.
Polês hat cihê bûyerê û bang kir ku kom belav bibe, lê komê bi molotof û kevir avêtin polêsan. Polês jî bi av û xaza îsotê midaxaleyî komê kir. Wê demê ji nav komê bi roketan va êrîşî wesaîta polêsan hat kirin û polês O.K. û A.T, birîndar bûn, di wesaîtê jî xesar çêbû. Polês rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û hat ragihandin ku rewşa polêsan baş e.
Ji bo ku êrîşkar werin girtin, gelek ekîbên bizirx sewqî herêmê kirin.
Li Sêrtê jî terorîstan êrîşî Gokçebag Vora ku îstgeha Midûriya Balafirgeha Sêrtê ye kir û di êrîşê da agir bi îstgehê ket û tar û mar bû. Ekîbên agirkujiyê agir temirandin. Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Li Hezexa navçeya Şirnexê di operasyonên li dijî PKKê da yek jê parêzer 4 kes hatin girtin.
Parêzer Deniz S, Hasan A, Kazim T. û Bayram G bi sûcê ku "endamê rêxistina terorê ne" dadgehê biryara girtina wan da.
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê jî di operasyonên li dijî rêxistina terorê da 8 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Emniyeta Bajêr, ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeya Erxeniyê li dijî rêxistina terorê operasyon kir û 8 kes hatin binçavkirin û dadgehê biryara girtina wan da.