ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, der barê bikaranîna ceyrana qaçax a li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê de got: "Divê ev kurmê deynnedayînê bê çareserkirin. Tirkiye bi rojhilat, rojava, bakur û başûrê xwe ve yek e. Ji ber vê jî lazim e ku di vê mijarê de em hemû bi hesesiyet tevbigerin."
Yildiz pirsa der barê li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bikaranîna ceyrana qaçax de, bersivand.
Yildiz got ku ji bo li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ceyrana qaçax neyê bikaranîn, divê welatî jî gav bavêjin. Ev wezifeya welatîtiyê ye û wiha dewam kir:
"Divê ev kurmê deynnedayînê bê çareserkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em hemû di vê mijarê de bi baldarî tevbigerin. Ev di dayîna heqê ceyranê de jî, di dayîna heqê avê de jî, der barê çêkirina rê û balafirgehan de jî wiha ye."
Yildiz diyar kir ku ceyrana welatiyên ku deynê xwe nedane ji aliyê şirketê ve tê birîn û wiha dewam kir:
"Ev tişteke normal e. Divê ew jî heqê ceyranê bidin. Wekî mînak heke kesên ku dixwazin bi teqsîdan deynê ceyranê xwe bidin, em dikarin alîkariyê bidin wan."