Haydar Şahin
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Li Batmanê welatiyan ji bo nimêja eydê mizgeft deve devî tijî kirin.

Welatiyên hatin mizgefta Şevket Başak a li taxa Beldeyê ya li navenda bajêr nimêja xwe ya Eyda Qurbanê kirin. Ji ber ku mizgeft tijî bibûn hin welatiyan li hewşa mizgeftê nimêja xwe kir. Piştî nimêjê welatî çûn eydaniya hev.
Ahmet Dursunê Alîkarê Miftiyê Bajêr wez da û qala girîngiya nimêja eydê kir û peyamên yekîtî û bihevrabûnê da.