Şahin Seçen
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2024
Koçerên ku seba çêrandina heywanên xwe hatine Batmanê, beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê yên 2023yan" bûn.
Koçerên ku di nava salê da cihê xwe diguherînin, ji bajarên cuda yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hatin Demirbîleka gundê Batmanê û li ser eraziyekî kon vegirtin. Koçer beşdarî dengdayînê bûn û li 147 wêneyên ku di 5 kategoriyan da tên pêşkêşkirin, nihêrîn.
Ji koçeran Şefîk Ataş di kategoriya "Nûçe"yê da wêneya David Peinado ya "Li dijî çem", di kategoriya "Hawirdor û Jiyanê" da wêneya Sayîm Harmanci ya "Di navbera çiyayan da", di kategoriya "Sporê" da wêneya Ozgur Tîran a bi navê "Li meydana mêran" neqand.
Ataş di kategoriya "Erdhej: Hêvî"yê da wêneya Sergen Sezgîn a "Saeta 209emîn", di kategoriya "Xeze:Delîl"ê da jî wêneya Ashraf Amra ya "Li cem min be dayê" neqand.
Ataş got ku wî wêne gelek ecibandin û wiha dewam kir, "Divê dinya van wêneyan bibîne. Destê wênekêşan sax be."
Ji koçeran Vehbî Ataş û Adem Koyun jî ji nava 5 kategoriyan deng dan wêneyên ku ecibandin.