Haydar Şahin
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Derecika navçeya Hekariyê eyda welatiya pîroz kir.
Wezîr Soylu bi Orgeneral Arîf Çetînê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan ra hat Balafirgeha Selaheddîn Eyûbî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê. Walî Îdrîs Akbiyik û ezayên protokolê peşwaziya wan kirin.
Soylu ji vê derê derbasî Derecikê bû li Mizgefta mezin nimêja eydê kir.
Soylu çû eydaniya welatiyan û paşê malbata Vedat Ekîncî ziyaret kir. Li Hekariyê hêzên ewlekariyê hişyarî dabû komeke hewl dida bi rêyên dereqanûnî derbasîwelêt bibe li kom nesekinîbû û wezîfedaran gule agir kiribûn. Gule ji ciyekî pekiyabû û li Vedat Ekîncî ketibû, piştî vê Ekîncî hatibû kuştin.
Walî Akbiyik, Husret Dînçê Parlamenterê Hekariyê yê AK Partiyê, Tumgeneral Hacî Îlbaşê Fermandarê Qolordiya Esayîşê ya Wanê, Tumgeneral Metîn Tokelê Fermandarê Tumena Piyadeya ya 3yan ya Yuksekovayê, Tuxgeneral Nurî Ozturkê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Suleyman Suvat Dîlberogluyê Midûrê Ewlekariya Bajêr jî bi Soylu ra hatin ziyareta malbatê.