ÎZMIR
Li Behra Egeyê erdhejeke lerza wê 4,9 çêbû.
Li Îzmir, Manîsa û Aydinê jî gel bi erdhejê hesiya.
Li gor daxuyaniya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezirtiyê (AFAD), di saet 08.20an de li Behra Egeyê erdhejeke ku lerza wê 4,9 çêbû.
Daîreya Erdhejê ya AFADê daxuyand ku ji saet 03.45an vir ve gelek erdhejên ku lerza wan di navbera 1,4 û 5,1an de ne çêbûn.