ENBAR
Hat ragihandin ku li bajarê Ramadiyê ji hewayê êrîş li kozikên DÎŞIyê hat kirin. Di êrîşê de 40 milîtanên DÎŞIyê mirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Enbarê Kazim Mihemed el-Fehdawî daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Fehdawî daxuyand ku hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike ji hewayê êrîşî herêma Es-Secariyeyê ya rojhilata Ramadiyê û li herêmên Hayr er-Reşîd, El-Ubeydî û El-Kaîm ên rojhilatê Ramadiyê kirin. Fehdawî got ku di êrîşê de 40 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 6 wesayît hatin tehrîbkirin.
Fehdawî got ku milîtanên DÎŞIyê duh li navçeya Hîtê 3 rayedarên hikûmetê darde kirin, lê der barê rayedaran de agahî neda.
Ji meha hezîranê vir ve DÎŞIyê li Iraqê bajarê Mûsilê û hin herêmên din bi dest xist. Ji wir pê ve di navbera DÎŞI û hêzên ewlehiyê de pevçûn dewam dikin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike piştgiriyê didin artêşa Iraqê û pêşmergeyan.