Ayşe Şensoy Boztepe
13 Nîsan 2026•Rojanekirin: 13 Nîsan 2026
Li Behra Spî di saet 08.48an da bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat dayîn, li Behra Spî navend Demreya navçeya Antalyayê bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Hat tespîtkirin ku erdhej 55,47 kîlomêtro dûrî Demreyê û 16,17 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Qaymeqamê Demreyê Emîn Bagli ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand her çiqas navenda erdhejê wek Demre bê nîşandan jî erdhej li peravên behrê çêbûye.
Bagli wiha got: "Rewşeke neyînî tune, ez jî pê nehesiyam. Wan rojên din jî bi vê mezinahiyê erdhejeke ku navenda wê wek Demre hat nîşandan çêbû. Dema li behrê jî çêdibe wek Demre tê nîşandan, lê em pê nahesin. Tu îxbarek nehat û tu rewşeke neyînî tune."