12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
BEXDA
Li Bexdaya paytexta Iraqê di êrîşa xwekujiyê de 3 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya hêzên ewlehiyê ya Iraqê, li Ebu Xureyba rojavayê Bexdayê bi 3 wesayîtan ve êrîşên xwekujiyê li hember Qereqola Polêsan a el-Întîsarê hat kirin.
Di êrîşê de midûrê qereqolê jî di nav de 3 kes mirin û 14 polês jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dor.
Hat ragihandin ku mirî jî rakirin Navenda Tipê ya Edlî ya li Bexdayê.
Duh jî dîsa li Bexdayê li herêmên es-Sadr, Kazimiyye û Adelê bi wesayîtên bombebarkirî ve êrîşên xwekujiyê hatibûn lidarxistin. Di êrîşan de 98 kes miribûn û 100 kes jî birîndar bûbûn.