BIDLÎS
Li Bidlîsê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) qezenckirina serokatiya şaredariya Bidlîsê ya namzedê BDPê Huseyîn Olan pîroz kir.
BDPyî li ber Mizgefta Mezin a li navenda bajêr kom bûn û li ber stranên kurdî dîlan girtin.
Olan di bernameya pîrozbahiyê de bangî partiyiyan kir û got ku gelê Bidlîsê di 30yê adarê de li ser sindoqê bersiva herî baş da.
Olan got ku li Bidlîsê birêvebirî êdî di destê gel de ye û wiha axivî: "Ev bajar êdî yê we ye û dê hûn ji niha pê de bi rê ve bibin. Hin kesan digot 'ez dizanim, ez çêdikim', ji bo ku we hin kes şandin ez spasiya we dikim. Destê her kesî sax be. Ev serkeftin serkeftina me hemûyan e. Me di xebatên xwe de ji xwe nehesibandina hinek kesan nekir. Biyaniyên vir ew kes in ku li vir najîn û bajêr pêşkêşî sermayeyê dikin. Ev sermayeya wan êdî li Bidlîsê nema. Em dê ji niha pê ve hemû bi hev re vir bi rê ve bibin. Îro rojeke dîrokî ye. Lewra 500 sal bûn ku li ser Bidlîsê polîtikayên asîmîlasyonê dihatin kirin. We ev pişaftin îro serobino kir."
Olan ji ber piştgiriya wan spasiya esnafan kir û got ku em ê bi hev re rojên xweş bibînin.
Olan got "Şaredariya Bidlîsê êdî saziya we ye. Her kesê ku deng da an jî neda me, her kesê ku ji me re hurmetê digire û nagire mirovê me ye."