Rıdvan Korkulutaş
03 Hezîran 2022•Rojanekirin: 04 Hezîran 2022
Li Gênca navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin da 2 stargehên terorîstan hatin îmhekirin.
Walîtiya Bîngolê daxuyanî weşand û ragihand ku Fermandariya Cendirme ya Bajêr li çol û çiyayên navçeyê operasyonê birêva dibe.
Di dema operasyonê da li der û dorê hat mêzekirin û 2 şikeftên hat tespîtkirin PKKya rêxistina terorê bi kar tîne hatin îmhekirin.
Di stargehê da teqemenî, xwarin, xurek û amûrên jiyanê jî hatin bidestxistin.
Tevlî stargehê hemû tiştên tê da bûn ji alî hêzên ewlehiyê va hatin îmhekirin.