Necmettin Karaca
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 05 Tebax 2021
Li Çaldêrana navçeya Wanê piştî barana gur lehî rabû û li tax û mezreyan kesên ku di lehiyê da zirar dîtin li wan alîkariya xida û xurek tê belakirin.
Lehî herî zêde li taxên Osmanli, Çubukluyê û mezreya Çorakliyê rabû û ekîbên şaredariyê li van deran xebatên paqijiyê dimeşînin.
Ekîbên Şaredarî û Qaymeqamtiyê jî li welatiyan di nav koliyan da xida bela dike û xurek îkram dike.
Welatiyên ku koliyên xidayê hildan, spasiya ekîban kir.