Mehmet Tosun
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 04 Tebax 2021
Civîna Şûreya Eskerî ya Bilind di seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hat kirin û bi dawî bû.
Civîna ku li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin tengaya 2 saetan li ber xwe da.
Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar, Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê, Lutfî Elvanê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Ziya Selçukê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan, Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Bejayê, Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê, Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Hewayê di civînê da amade bûn.