ESKÎŞEHIR
Li Eskîşehirê otobêsa rêwiyan welgeriya di qezayê da 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, otobêsa bi pîlaqeya 64 AN 120 a ku ajokarê wê Mustafa Tuncay bû û ji Îzmirê diçû Eskîşehirê li ser rêya Eskîşehir-Kutahyayê welgeriya.
13 kesên ku di qezayê da birîndar bibûn û di otobêsê da mabûn bi alîkariya ekîbên agirkujiyê û polêsan ji otobêsê hatin derxistin. 9 birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Osmangaziyê, 3 birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehirê.
Hat ragihandin ku rewşa 13 kesên birîndar di xetereyê da nîne.