Selma Kasap
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 12 Îlon 2023
Li çar aliyê Tirkiyeyê nêzî 20 milyon xwendekar yên ku di dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) da perwerdeyê dibînin piştî tetîla havînê îro dest bi perwerdeyê kir.
Ji bo perwerde û hîndekariya sala 2023-2024an zengilê lêxist, 20 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste çûn dibistanan.
Îro 20 milyon û 481 xwendekar û milyonek û 178 hezar mamosteyan bi kelecan dest bi rojê kir.
Pirtûkên dersê bêpere li xwendekaran hatin belavkirin.
Perwerde wê li 74 hezar dibistanan û 744 hezar fêrgehan bê dayîn.
Îsal 45 hezar mamosteyên nû wê dest bi perwerdedayinê bikin ku ji wan 21 hezar û 560 kes wê li herêmên erdhejê ya ku navend Kahramanmaraş bû bixebitin.