Aylin Dal
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 11 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2023-2024an ya nû pîroz kir û got bila ji bo mamoste, xwendekar û malbatan li ser xêrê be.
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Ez hêvî dikim ku Sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2023-2024an ji bo mamoste, xwendekar û malbatan li ser xêrê be. Ez çavê hemû ewladên me yên ku hesreta wan a dibistanê bi zengila dersê îro qediya maç dikim û serkeftinê ji bo wan dixwazim."
Di peyama Erdogan da wêneyê ku li ser "Bixwîne, bifikire, bi cî bîne û bigîhîne encamê. Dersên Baş" nivîsandî jî hat parvekirin.