Nihat Kavşut
08 Sibat 2020•Rojanekirin: 09 Sibat 2020
Li Çataka navçeya Wanê li ser rêya du gundan aşît çêbû
Walîtiya Wanê ragihand ku li navçeya Çatakê li ser rêya du gundan aşît çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da hat destnîşankirin li navçeya Çatakê li ser rêya gundên Bîlge û Koruluyê aşît çêbû.
Hat diyarkirin ji ber aşîtê zirar û ziyan çênebûye û li herêmê ji ber talûkeya aşîtê xebatên vekirina rê dane sekinandin.
Li ser rêya Wan-Çatakê li texma Elmaciyê aşît çêbû
Li ser rêya Wan-Çatakê ku Walîtiya Wanê ji ber şert û mercên hewayê girtibû aşît çêbû.
Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li ser rêya Çatak-Wanê di kîlomêtroya 10emîn da li texma Elmaciyê aşît çêbû.
Bilmez destnîşan kir ji ber şert û mercên hewayê ji bona ewlehiya welatiyan rêya navborî hatibû girtin û got ku ekîbên me yên bejayê ji bona rê vekin bi baldarî dixebitin û bira welatiyên me jî li gor hişyariyan hereket bikin.
- Li Baxçesarayê li herêma aşît çêbû xebatên lêgerînê nehatin kirin
Wek mayîn Walîtiya Wanê ragihand li ser rêya Wan-Baxçesarayê li herêma aşît çêbû ji ber şert û mercên hewayê xebatên lêgerînê nehatin kirin.