BITLÎS
Li Çiyayê Sibhanê ya ku li Edilcewaza navçeya Bidlîsê ye berfa ewil a demsala payîzê barî.
Bilindahiya Çiyayê Sibhanê 4 hezar û 58 metre ye û bi vê bilindahiyê ve li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind ê 3yan e. Bi barîna berfê re çiya çîl û spî bû.
Bi barîna berfê ve li dorberê navçeyên Xelat û Edilcewazê germahiya hewayê gelekî daket.
Îsal li Çiyayê Sibhanê berf zû barî. Welatiyên ku dîtin li Sibhanê berf bariye şaş û metel man.