15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
SÎÎRT
Polêsê ku li Sêrtê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da birîndar ketibû li nexweşxaneyê cangorî bû.
Li gor gahiyên ku hatin sitandin, hêzên ewlekariyê li ser îxbarekê di ser navnîşaneke li taxa Ulusê ya ku tê îdiakirin edamên PKKya rêxistinê lê ne û xwe amade dikin ku çalakiyekê bikin da girtin û paşê operasyon berfireh kirin.
Di operasyonên ku birin ser çend navnîşanan da polêsek birîndar ket û rakirin Naxweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Ligel hemû midaxeleyan polês cangorî bû. Tedawiya 3 polêsên din jî dewam dike.
5 terorîst hatin kuştin
Hejmara terorîstên ku di operasyonan da hatin kuştin jî xwe gihande 5an.
Hêzên ewlekariyê destûrê nadin ku tu kes têkevin taxa ku operasyon lê dewam dikim û jê derkevin.