Nihat Kavşut
01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî qedexeya derketina derva ya ku di 14yê kanûnê da hat îlankirin, operasyonên ji bo girtina xendekan, rakirina barîkatan, îmhekirina teqemenî û endamên rêxistina terorê dewam dikin.
Di operasyonan da endamên PKKya rêxistina terorê bi rokêtan êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û di êrîşê da polêsek cangorî bû û 5 polês jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku polêsên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên dermankirin û li herêmê bi berfirehî operasyon dewam dikin.
Eyup Gumuşê Misteşarê Wezareta Tenduristiyê li Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Cizîrê di êrîşî da polêsek cangorî bû û wiha got: "Ji 5 polêsên ku birîndar bûn 4 polêsan wê sewqî Enqereyê bikin."