01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di operasyona ku li Cizîra navçeya Şirnexê dewam dike da do 12 terorîst hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên li welêt da agahî hatin dayîn, li gor van daneyan hejmara terorîstên ku di operasyona li Cizîrê da hatin kuştin xwe gihande 173yan, do jî di operasyonê da 12 terorîst hatin kuştin.
Wek mayîn di operasyonê da 6 bombe hatin îmhekirin, 8 barîqat hatin rakirin.
- Ser 11 hendekan hat girtin, 6 kes hatin binçavkirin
Di operasyona ku li Silopiya navçeya Şirnexê dewam dike da jî do 4 tivingên nêçîrê, debançeyek û 600 kîlo amonyum nîtrat hat girtin, 7 bombeyên ku bi desta hatibûn çêkirin hatin îmhekirin, 55 barîqat hatin rakirin û ser 11 hendakan hat girtin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî 7 barîqat hatin rakirin.
Li Batmanê di teqîbata li erazî da şikeftek hat tesbîtkirin, di şikeftê da 2 keleşkof, 4 jarjor û 96 fîşeng hatin girtin.
Fermandariyê cendirmeyên Mêrdîn û Hekariyê 6 kesên ku hat tesbîtkirin alîkariyê didin rêxistina terorê binçav kirin.