27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ÎSTANBUL
Di referandûma guhertina destûrê da ji bo kesên ku li dervayê welat dijîn û li deriyên gumrikê dengê xwe didin, li balafirgeha Ataturkê û ya Sabîha Gokçenê dengdayînê ji saet 08.00an şûnda dest pê kir.

Di çarçoveya nexşerêya hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) da amadekariyên dengdayîna li balafirgehan çendîn roj berê temam bûn. Ji bo hilbijêrên ku li dervayê welat dijîn bi tevahî 12 sandoq danîn qata hatin û çûyînê ya Balafirgeha Ataturkê.
Kesên ku li dervayê welat dijîn û herwiha qeyda wan a hilbijêriyê heye, pasaport û nasnameyên xwe nîşan dan, derbasî kabînan bûn raya xwe emilandin û avêtin sandoqan.

Piştî ku dengdayînê di saet 08.00an da dest pê kir, li ber sandoqan dor çêbû.
Li deriyên gumrikê dengdayînê heya 16ê nîsanê saet 17.00an bidome.