Önder Beyter
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
GAZÎANTEP
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li Deşta Arabanê ku navendeke girîng a zad e, dirûtina ceh dest pê kir. Lêbelê ji ber ku bera ceh nerind e, cotkar li ber xwe ketin.
Li Gazîentabê piştî ku werzê çinînê dest pê kir, makîneyên dirûnê berê xwe dan nava zeviyan.
Li herêmê pêşiyê dirûna ceh dest pê kir. Herwiha ji ber ku payîz û zivistan hişk derbas bû û di meha nîsan û gulanê da baran bêpergal barî, cotkar dibêjin rekolte wê bikeve.
Cotkarên ku qedera 20 herzar donim erd ceh diajon û par jî ji donimekê 400-500 kîlogram ber wergirtibûn, ji ber sedemên destnîşankirî îsal jî 250-300 kîlogram ceh werdigirin.
Serokê Jûra Ziraetê ya Arabanê Mehmet Dogan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Deşta Arabanê seba herêm û Tirkiyeyê, navendeke girîng a zad e.
Dogan bal kişand ku ji ber taybetiya hewaya deverê, qalîteya dexl jî zêde dibe. Dogan got ku li herêmê beşeke girîng a gel debara xwe bi cotkariyê dike.
Dogan diyar kir ku li gorî sala par wisa texmîn dikin ku rekolte wê ji sedî 50 kêm bibe û wiha dewam kir:
"Baran di dema xwe da nebarî. Ev çend sal in li herêma Rojhilatê Anadoluyê demsal pir hişk derbas dibin. Îsal seranser hişk derbas nebû, lê dîsa jî baran biharê demeke dirêj nebarî. Di vê navberê da berhemên me qert bûn û şûnda baran barî ku ev baran jî qet bikêr nekat. Ji ber vê çendê jî îsal ceh û ka wê gelekî hindik be. Li herêmê zîpik û teyrokê li gelek deveran da. Araban deşteke pir bi ber û bereket e, lê nebû. Ji ber ku baran bêpergal barî hêviya me nema, cotkar xemgîn in. Em texmîn dikin ku îsal rekolte wê ji sedî 50 kêm be."
Cotkar Bayram Kisa jî diyar kir ku îsal wî 35 donim ceh reşand, lê wî zirar kir.