XEZA
Xeza ev bi salan e di bin dorpêça Îsraîlê de ye û di demên dawiyê de Misrê jî deriyê sînor girt. Der heqê Xezayê de dibêjin ku bi milyonek û 800 hezar nifûsê xwe ve Xeza li dinyayê girtîgeha vekirî ya herî mezin e.
Îsraîlê Xeza ji hewa, behr û bejayê ve hildaye bin dorpêçê. Xêncî sînorê Misrê çûyîn û hatina Xezayê di bin kontrola Îsraîlê de ye.
Di hilbijartinên 2006an de desthilatî ket destê Hemasê. Piştî hilbijartinê Îsraîlê Xeza wek 'erdê dijminan' îlan kir û di 2007an de 4 deriyên sînoran girt û têkiliya Xezayê ya bi dinyayê re birî.
Li ser sînorê Xeza û Îsraîlê 2 deriyên sînor dîsa hene û ew jî nêvî vekirî ne. Yek li başûr e û li ser sînorê Xeza, Misr û Îsraîlê ye. Li wî deriyê ku navê wê "Kerm Ebû Salim" e bi tenê ji bo hin malên bazirganiyê destûr tê dayîn. Deriyê din jî li bakur e û di navbera Xeza, Şerîaya Rojava û Îsraîlê de ye û ji bo çûyîn hatinê tê bikaranîn. Ji vî deriyê ku bi navê "Beytî Hanun" e re jî bi tenê kesên ku xwediyê destûra bi taybet inn dikarin derbas bibin.
Destûrê nadin ku ji van deriyên sînoran hacetên saziyan an ji amûren avahiyê bên derbaskirin.
Li ser sînorê Xezayê bi tevahî 7 derî hene lê ji van deriyan 6 heb di destê Îsraîlê de ne. Deriyê din jî li ser sînorê Filistîn û Misrê ye û navê wî deriyî jî "Refah" e.
Parlementerê Serbixwe û Serokê Komîteya Gel ya ku ji bo rakirina ambargoyê hatiye sazkirin Cemal Hudrî bangî civata navneteweyî kir ku bila zextê bidin ser Îsraîlê da ku ambargoyê rake. Hudrî ji welatên misilmanan jî xwest ji bo ku aboriya Xezayê serobino nebe bila alîkariyê bidin wan.