QERS
Li Qersê bi çekan êrîşî Midûriyeta Herêmê ya Qersê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) kirin û di êrîşê de 7 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.
Welatiyê bi navê Weysî Erîm serê sibê hat Midûriyeta Herêmê ya Qersê ya li ser kolana Atatirkê. Erîm li vê derê midûrê herêmê Mehmet Tolon û xebatkarên saziyê rehîn hilda.
Erîm piştî demekê gule berda Tolon û 5 xebatkaran û ew li wir kuştin.
Piştî ku bûyer eşkere bû, gelek personelên ewlehiyê, tîmên taybet û ekîbên tenduristiyê şandin herêmê.
Piştî ku Erîm qetlê dike, nîşandarên jêhatî li ber midûriyetê xwe amade kirin.
Peywirdaran kir nekir Erîm îqna nebû û Erîm çek da eniya xwe û gule berda xwe û xwe jî kuşt.
Waliyê Qersê Eyup Tepe û Midûrê Ewlehiyê Ercan Çakmak jî hatin cihê bûyerê û agahî hildan.
Waliyê Qersê Eyup Tepe got ku aliyekî siyasî yê vê bûyerê tuneye. Bûyereke şexsî ye. Ev kes pirsgirêkên wî yên derûnî hebûne. Der barê bûyerê de em ê qasekê şûn de daxuyaniyê bidin.