SILÊMANÎ
Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) amadehiyên Newrozê dewam dikin. Tê çaverêkirin ku nêzîkî 100 hezar turîstî beşdarî şahiya Newrozê ya dê li Silêmaniyê bê kirin bibin.
Waliyê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dê di navbera 20-23yê adarê de Newroz bê pîrozkirin û tê payin ku nêzîkî 100 hezar turîst beşdarî şahiya Newrozê ya li Silêmaniyê bibin.
Salih got ku dê roja pencşemê bi vêxistina agirê Newrozê dest bi pîrozbahî û şahiyê bê kirin û wiha dewam kir: "Em ê hatina bihara nû bi coş û kêf pîroz bikin. Dê hunermendên me konseran bidin, komên govendê jî lîstikên me yên gelêrî pêşkêş bikin. Li navçeya Dokanê jî em ê mihrîcanê li dar bixin. Dê pîrozbahî sê rojan dewam bike."
Salih da zanîn ku ji penaberên sûriyeyî yên li Silêmaniyê jî bername amade kirine û wiha pê de çû: "Ew ê birayên me yên sûriyeyî jî beşdarî şahiyan bibin. Dê di pîrozbahiyê de çalakiyên li gorî çanda xwe amade kirine pêşkêş bikin. Daxwaza me ew e ku em bi kêf û coş bi hev du re Newrozê pîroz bikin."
Kolana herî qelebalix a Sahûlakaya Silêmaniyê bi ronahiyan tê xemilandin û ji bo pîrozbahiyan jî li kolanê dik tê avakirin. Di vê navberê de ji bo pîrozbahiyan gelek kes tên herêmê û otêlên derdorê tije bûn.