DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê di 6-7ê cotmehê de bi hinceta êrîşên DÎŞIyê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş hatibûn kuştin û çend kes jî birîndar bûbûn. Di çarçoveya jêpirsîna ku ji ber van bûyeran hatibû destpêkirin de 3 jê zarok 17 kesên din jî hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir, di çarçoveya jêpirsîna ku ji ber van bûyeran qewimîn dihat birêvebirin de M.D, A.K û Y.Oyê ku hêj zarokin û H.A, R.B, A.G, M.D, C.Y, A.T, H.Û, U.D, B.D, A.K, A.T, R.O, M.K, M.Ş.Y hatin qefaltin. Hat ragihandin ji bo 7 kesên ku der heqê wan de biryara binçavkirinê heye bên qefaltin jî xebat didomin.
"Yek jê zarok 8 kes hatin girtin"
Li Diyarbekirê 2 kesên ku di operasyona 3-5ê berfbaranê hatibûn qefaltin de sewqî dadgehê hatibûn kirin.
Ji gûmanbaran Ahmet T. (32) û Sedat Ç. (18) îfade dan dozgeriyê û sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê jî der heqê Ahmet T (32) de biryara girtinê da.
Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya vê jêpirsînê de hatin girtin derket 8an.
Der heqê bûyera li Diyarbekirê qewimîbû de berê jî yek jê zarok 7 kes hatibûn girtin.