05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
DİYARBAKIR
Ji gumanbarên êrîşa terorê ya li Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê hat kirin û di encamê da 7 polês şehîd bûn, 4 kes hatin girtin.
Li Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê, terorîstan 5 roj berê dema derbasbûna wesayita polêsan wesayiteke bombebarkirî teqandibû. Di êrîşa terorî da 7 polês şehîd bibûn, 14 jê sivî 27 kes jî birîndar bibûn. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê bûyerê da dabû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê da, gumanbarekî din jî ku bi bûyerê ra têkildar e hat qefaltin.
Hejmara kesên ku di çarçoveya êrîşê da hatin qefaltin derket 12an.
4 kes hatin girtin
Li gor daxuyaniya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê belav kir, ji 12 gumanbarên ku hatin binçavkirin 9 jê piştî kar û barên li ewlekariyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Gumanbarên ku li dozgeriyê îfadeyê wan hat hildan, bi teleba girtinê sewqê mehkemeya nobedar hatin kirin.
Dadgehê ji bo S.K, Z.O, Ç.Î û V.K biryara girtinê da.