05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê bi roketavêjan êrîşî wesayita zirxkirî ya polêsan kirin, di encamê da 5 polês birîndar bûn, yek ji wan birîndaran li nexweşxaneyê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin û şehîd ket.
Li gorî agahiyan li taxa Cûdiyê di dema derbasbûna wesayîta zirxkirî da, terorîstan ji xalên cuda bi roketavêjan êrîş li dar xistin. Di êrîşê da 5 polêsê di nava wesayitê da birîndar bûn.
Piştra di navbera hêzên ewlekariyê û êrîşkaran da pevçûn derket û terorîstek hat kuştin.
Piştî êrîşê her 5 polêsê birîndar gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û tevî hemî midaxeleyan yek ji wan şehîd ket. Dermankirina her 4 polêsê din didome.
Operasyona hêzên ewlekariyê dijî terorîstan berdewam e.