Bestami Bodruk
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 25 Tebax 2022
Li Diyarbekirê cesedê zarokê ku pêr di Çemê Dîcleyê da wenda bû hat dîtin.
Li gorî agahiyê, li Taxa Alipaşa ya navçeya Sûrê di 22yê Tebaxê da Ahmet Donatê 10 salî yê tevî malbata xwe çû ber Çemê Dîcleyê ku wextê xwe derbas bike, ket çem û wenda bû. Ji bo dîtina Donat xebatên lêgerînê yên ku hatibûn destpêkirin, ji ber ku tarî ket erdê hatibûn rawestandin û serê sibehê cardin hatin destpêkirin.
Cesedê Donat ji hêla ekîbên AFADê qedera 1,5 kîlometre di biniya ciyê ku ketibû avê, hat dîtin. Cesed ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê.