Mesut Varol,Yılmaz Kazandıoğlu
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 25 Tebax 2022
Li Xelata navçeya Bidlîsê, Baxçeyê Gel ê Xelatê yê li ser 400 donim erdî hat avakirin, deriyê xwe ji wan çalakiyan ra vekir ku bi minasebeta 951emîn salvegera Serfiraziya Milazgirtê tên lidarxistin.

Li baxçeyê gel tevî konê xan, 51 konên ku bi motîfên Selçûqiyan hatin xemilandin hatin vegirtin. Her wisa bi mîmariya Selçûqiyan mizgeft, qehwexane û pire hatin çêkirin û ji bo tîrkêşî û tîrkêşiya siwarî cih hatin veqetandin.
24.08.2022 Rojava û rojhilatê welêt bi "ruhê Milazgirtê" hat cem hev
Li Xelata navçeya Bidlîsê, Baxçeyê Gel ê Xelatê yê li ser 400 donim erdî hat avakirin, deriyê xwe ji wan çalakiyan ra vekir ku bi minasebeta 951emîn salvegera Serfiraziya Milazgirtê tên lidarxistin.
Welatiyên ku ji çaraliyê welêt tên navçeyê, li qada ku bi alaya Tirk û alayên bavikên Tirkan hat xemilandin ji xwe ra tîrkêşî, tîrkêşiya siwarî, lîstikên kevneşopî, lîstikên zarokan, gulaşvanî, cirîdê temaşe dikin.

Ziyaretvan her wisa derfeta temaşekirina Tîma Mehterê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Qonyayê û ekîbên folklorê yên ji parêzgehên cuda jî bi dest dixin.
Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji çaraliyê welêt însan eleqeyê nîşanî bernameya têr û tijî dikin.

Çagatay bal kişand ku li qadê atmosfera cejnê heye û wiha dewam kir:
"Li vir hevdîtineke dewlet-gel heye. Ji çaraliyê welêt însan hatine. Armanca dewleta me jî ev e. Serfiraziyên ku Tirkan qezenc kirine li her derê yên Tirkan in. Mekan ferq nake. Tebax ji bo me meheke pir bi bereket e. Mehek e ku me gelek serfirazî bi dest xistine."

Şaredarê Xelatê Abdulalim Çoban jî diyar kir ku welatiyan li gorî ruhê Serfiraziya Milazgirtê qad tijî kir.
Çoban bal kişand ku emanetê ecdad bêxwedî nehat hiştin û wiha dewam kir, "Li vir em tevî welatiyên ji çaraliyê welêt hatine heman ruhî dijîn. Ecdadê me li vir welatekî mezin ava kir. Me bi wê, şaristanî ava kirin ku xîtabî esran kirin û mirovahî bextewar kir."

Bahar Kastana ji Trabzonê hatiye jî wiha got, "Hatina vir hesteke bêhempa ye. Em hersal rêkûpêk tên. Ciyên pir xweş ên welatê me hene. Li vir herkes li hal hev e. Li vir rengvedana vê dewlemendiyê hesteke pir xweş e."