Türkan Tosun
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li Çinara navçeya Diyarbekirê di navbera du malbatan da pevçûn çêbû, kesek hat kuştin û jê yek giran du kes jî birîndar bûn.
Li taxa Solmazê di navbera du malbatan da ji ber sedemeke hê nayê zanîn pevçûn çêbû.
Di şerê wan da kesek hat kuştin û jê yek giran du kes jî 2 birîndar bûn.
Cendirme û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Dîcleyê.