06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Hat ragihandin ku li Liceyê de di 2 sitargehan de xwarin û amûrên tenduristiyê hatin bidestxistin. Her wiha teqemeniya ku li ser rêya Lice-Qulpê hatibû bicihkirin, hat îmhakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê, ekîbên Cendirmeyan ya Bajêr li ser geşedanên ku di demên dawî de li herêmê diqewîmin, li navçeya Liceyê li dijî endamên rêxistina terorê PKKê yên ku li cihên çiyayî û daristanan bi cih bûne, li ser rêya Lice û Qulpê teqemenî bi cih kirine û rê dibirin, operasyon li dar xistin. Ekîbên Cendirmeyan di 4-5ê cotmehê de ji bo sitargeh û depoyên PKKê xera bikin, çek û amûrên dinê îmha bikin operasyon kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 2 sitargehên terorîstan de 400 kîlo xwarin, 17 amurên jiyanê, 10 amûrên tenduristiyê, 2 tûpen 12 kiloyî ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn, 10 pîlên mezin, 50 metre qablo hat bidestxistin.
Her wiha hat ragihan ku teqemeniya li ser rêbeja Lice-Qulpê hatibû bicihkirin jî bi destê "Tîma îmhakirina Madeyên Teqemeniyê" hat îmhakirin.