DIYARBAKIR
Li Çinara navçeya Diyarbekirê qezaya trafîkê çêbû, di qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otomobîla bi plakaya 34 ZY 8892 ya ku hê jî nasnameya ajokarê wê nehatiye diyarkirin ji kontrolê derket û qilopanî bû.
Di qezayê de Y.O, S.D, A.O, F.M û D.Myê di otomobîlê de birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û ji birîndaran A.O piştî mudaxaleya ewil a vir sewqî Diyarbekirê kirin.