ŞANLIURFA
Serokatiya Sererkaniyê malbatên du eskerên ku li Bîraçîka navçeya Şanliurfayê li ser sînorê Sûriyeyê eskeriyê dikin, di dema nobetê da birin qulûbeya nobetê.
Leşker li ser sînor 24 saetan nobetê digrin û geşedanên li ser xeta sînor teqîb dikin. Leşker dema ku dê û bavê xwe dîtin, kelogirî bûn. Dê û bavên wan ew hembêz kirin û eydî ji wan ra lê hat.
Dayika Pîyade Er Sabrî Saman Zeynep Sarisamanê got ku ew pir kêfxweş bû û wiha dewam kir: "Ez pir kelecanî û kelogirî bûm. Em ji dewletê ra sipasdar in ku di vê cejnê da em anîn vir. Rewşa kurê min baş e."
Bavê Piyade Er Sirri Kîstîk Salih jî got ku ji tezkereya kurê wî ra 15 roj mane û wiha dewam kir: "Ev sê meh bûn min kurê xwe nedîtibû. Ez pir kêfxweş im. Xwedê zewalê nede dewleta me. Ji ber ku ewladê min ji bo weten bi xêr e, ez pir kêfxweş im."
Er Kîstîk jî diyar kir, wî ji ber ku malbata xwe dît, ew pir kêfxweş bû û wiha dewam kir: "Min pir beriya dê û bavê xwe kiribû. Xwedê ji fermandarên min razî bibe ku ev surprîz kir."
Malbat paşê derbasî Eşmeya Sûriyeyê bûn û çûn ziyaretiya Qereqola Suleyman Şah Saygiyê.