Ahmet Aydın
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di qazaya trafîkê de ya ku 4 wesayit tevlê bûn, 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêbeja Diyarbekir-Sîlvanê otomobîla bi plaqeya 35 KAS 63 ku Tuncay Çelebî diajot, otomobîla bi plaqeya 44 DT 880 ku Mehmet Erkmen diajot, pîqaba bi plaqeya 21 DZ 063 ku nasnameya ajovanê wê nehatiye tesbîtkirin û wesayita guhastina cenazeyan ya plaqeya 21 BB 856 ku Selman Baskin diajot li hev qelibîn.

Di qezayê de ajovan Çelebî û kurê wî Enesê 7 salî digel Velat Aygun (20) birîndar bûn. Ekîban bi ambûlansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dicleyê. Hat ragihandin rewşa tendirustî ya Enes Çelebî giran e.
Herwiha hat hînbûn ku wesayita guhastina cenazeyan cenazeyek ji Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dicleyê dibir Mêrdînê, piştî qezayê guhastin bi wesayitekê din hat kirin.