Fatih Gazioğlu
16 Adar 2019•Rojanekirin: 17 Adar 2019
Li Keşana navçeya Edirneyê 22 koçberên bêdestûr ên ku dixwestin bi rêya dereqanûnî derkevin dervayî welêt, hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Tîmên Midûriyeta Emniyetê ya Keşanê li ser şikê hin wesayîtên ku şoferên wan Ş.G, H.A û M.C bûn dan sekinandin.
Tîman di lêgerîna wesayîtan de tesbît kir ku 22 koçberên bêdestûr hewl didin ku bi rêya dereqanûnî ji sînor derbas bibin.
Koçberên bêdestûr piştî kar û barên wan şandin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Edirneyê.
Ş.G, H.A û M.C.Ayê şikbar sewqî Edliyeya Keşanê kirin û her 3 şofêr jî hatin girtin.