01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
AGRI
Tûrnûvaya fitbolê ya ku di çarçoveya projeya "Ciwan û ewlehî tên bal hev" da bi destê Midûriyeta Şaxa Polêsan a Alîkariya Civakî ya Amirtiya Ewlehiya Elaşgirê hat kirin, qediya.
Tûrnûva li qadeke fitbolê ya xalîçe da hat kirin û ji 6 lîseyan 16 tîm beşdarî tûrnûvayê bûn.
Di encama tûrnûvayê da 3 tîm hatin xelatkirin.
Serokê Şaredariya Elaşgirê Sebahattîn Sari, Alîkarê Mîdûrê Ewlehiya Elaşgirê Kenan Kardiye, Midûrê Şaxa Polêsan a Alîkariya Civakî Recep Koyuncu, amirên saziyan, midûrên dibistanan û xwendekar beşdarî merasima xelatdayînê bûn.