01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê li hember çekên sexte û qezenca neheq operasyon hat kirin. Di operasyonê de 20 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan li hember komeke çekên sexte amade dike û li Stenbol, Enqere di serî de li 6 bajaran esnafan dixapine operasyonek hat kirin.
Li navçeyên Bakirkoy, Fatîh, Umraniye û Ataşehirê operasyon hat kirin û 20 kesên şikbar hatin binçavkirin.
Şikbar ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê. Piştî kontrolê şikbar birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya li ser kolana Vatanê.