Fatih Gazioğlu
29 Adar 2019•Rojanekirin: 30 Adar 2019
Li Enqereyê li Sanayiya Îskîtlerê di avahiyeke 3 qatî da şewat derket û 5 kes mirin.
Li gor agahiyan, şewat li navçeya Altindagê di avahiyeke 3 qatî ya terikandî da derket.
Piştî şewatê gelek tîmên polês û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Şewata ku sedema wê nayê zanîn di demeke kin da ji hêla tîmên îtfaiyeyê hat temirandin.
Di şewatê li gor agahiyên ewil 5 kes mirin û ji ber dûyê jî 11 kes jî bijehrê ketin.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derûdorê.
Li gor agahiyên kesên di avahiyê da dijiyan piranî karkerên Efxan in û ji xwe re karê komkirina kaxizan dikirin.
Xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya mirî û birîndaran dewam dikin.