25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
ANKARA
Li Enqereyê di operasyona DAEŞê de 11 kesên ji ber hinceta ji rêxistinê re milîtanan dibînin û eleqeya wan bi herêmên ku lê pevçûn çêdibe re heye, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ji ewlehiyê hatin standin, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê serê sibê li Ulusê di kuçeya Uzunyolê li ser kesên şikbar de girtin. Tîman 11 kes ji ber hinceta ji rêxistinê re milîtanan dibînin û eleqeya wan bi herêmên ku lê pevçûn çêdibe re heye, binçav kirin.
Di navnîşanên ku operasyon hatin kirin de tivingên bê ruhsat, çek û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Tîman piştî kontrola wan a tenduristiyê şikbar şandin Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê.