05 Sibat 2017•Rojanekirin: 05 Sibat 2017
ANKARA
Ekîbên Şaxa Îstixbarat û Midûriya Şaxa Dijî Terorê (TEM) ya Midûriya Emniyeta Enqereyê li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon kir û di operasyonê da piraniya wan biyanî 60 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, serê sibê li Sîncan, Çubuk, Yenîmahalle û Mamaka navçeya Enqereyê li ser gelek adrêsan di heman demê da operasyon hat kirin. Di operasyonê da piraniya wan biyanî, 60 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê ji bo jêpirsînê birin Emniyetê.