Özgün Tiran,Mesut Karaduman
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê ya erdhejên navend Meraş tesîr lê kir, erdhejzede li qadên hêwirîna berwext tên bicihkirin.
Li navçeyê ji hêla Kalyon Holdîngê li ser 50 donim erdî qada hêwirîna berwext a ji 417 konteyneran pêk tê hat avakirin.
Li qadê parqên lîstika zarokan, kuafor, berber, marketa bêucret, binkeyên perwerdeya psîkolojîk jî hene.
Musfata Gunerê 80 salî yê di konteynerê da bi cih bû, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, di erdhejê da mala wî hilweşiya ku wî di emrê xwe da erdhejeke bi vî rengî nedîtibû.
Guner sipasiya peywirdarên dewletê yên alîkarî gihandin wan kir û bal kişand ku hemû qedemeyên dewletê bi dil û can ji bo wan dixebitin.
Guner her wisa bal kişand, ew bextewar in ku ji bo wan qada jiyanê hat avakirin.