HAKKARÎ
Qaymeqamtiya Gevera navçeya Hekariyê arîkariya komirê dide feqîran.
Li 13 hezar û 750 malbatên ku ji aliyê wezîfedarên Qaymeqamtiya Geverê ve hatin tespît kirin dê 11 ton komir bê belavkirin.
Qaymeqamê Geverê Îbrahîm Çenet li taxa Cumhuriyêtê ya ku komir tê belavkirin, demekê digel welatiyan sohbet kir.
Çenet diyar kir ku welatî ji belavkirina komirê gelek memnun in.