Ahmet Aydın
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Li Girê Miraza ya ku di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ye û rabirdûya xwe ya 12 hezar salî weke kevnartirîn perestgeha cîhanê tê qebûlkirin, konserek hat dayîn.

Di çarçoveya sempozyûma "Ji Rabirdûya Nêvneteweyî heta roja me li Urfayê Muzîk" ku bi mazûmvaniya Şaredariya Mezin a Şanliurfayê hat li darxistin, li Amfî Tiyatroya li Girê Miraza, Orkestraya Senfoniya Dewletê ya Çukurovayê bi rêveberiya şêf Mehmet Ozbek konserek hat dayîn.

Konsera ku geştiyarên biyanî û xwemalî yên ku bi mebesta geryanê hatibûn qada kolanê jî beşdarî lê kirin nêzîka 2 seatan ajot û 13 sitarnên herêma Şanliurfayê hatin sitrandin.