HAKKARÎ
Li Hekariyê komekê çalakiya bêdestûr li dar xist û bi kevir molotof û fîşengên hewayê ve êrîşî hêzên ewlekariyê kir, li ser vê polêsan jî midaxileyî çalakvanan kir.
Duh êvarê li taxa Medreseyê çalakvanên rûpêçayî bi hinceta êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên li dijî Kobanê protestoya bêdestûr li dar xistin û rê ji çûyîn û hatinê re girtin.
Çalakvanan bi molotof û fîşengên hewayê ve êrîşî polêsên ku hatibûn cihê bûyerê kir.
Polêsan ji bo ku çalakvan belav bibin bi xaza îsotê û ava tazyîk ve midaxilayî çalakvanan kir.