ANKARA
Serokomar Abdullah Gul li ser malpera fermî ya Serokomariyê der heqê bûyerên ku di rojên dawîn de li çar aliyê dinyayê di rojevê de ne daxuyanî da.
Gul di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Iraqê ya ku di 30yê nîsanê de hilbijartinên parlementoyê lê hatin kirin û heta niha hikûmeta nû nehatiye damezrandin û wiha dewam kir: "Lazim e ku her kes dest ji nêrînên mezhebî û nijadî berde. Li wê derê pirsgirêkên mirovahiyê pir zêde ne û li benda çareseriyê ne. Li Sûriyeyê ji bo ku pêvajoya siyasî ji nû ve dest pê bike divê şert û merc bên amadekirin. Pirsgirêka penaberên sûriyî jî bûye meseleyeke trajîk a mirovahiyê. Li ser hilbijartinên Serokomariya Efganistanê jî lazim e ku êdî niqaş neyên kirin û rêveberiya nû jî divê demildest dest bi wezîfeya xwe bike. Di van mijaran de lihevkirinên herêmî û navneteweyî xwediyê cihekî girîng in. Bingeha vê jî li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên herêmî û forûmên cîraniyê ne."
Serokomar Gul der heqê desteserkirina Serkonsolxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê de jî diyar kir ku ew kesên ku niha dîl in divê teqez û demildest bên berdan.
Di meseleya Filistînê de jî Gul wiha got: "Îsraîl wan êrîşên hewayî yên ku li ser Xezeyê dike divê bide sekinandin û bila qet operasyona bejayê jî neke. Şert û mercên agirbesta ku di sala 2012an de hat îmzekirin divê bên sepandin.