TOKYO
Li bakurê rojhilatê Japonyayê li qeraxê behrê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,8 e çêbû.
Saziya Meteorolojiya Japonan diyar kir erdheja ku navenda wê Fûkûşîma ye di saet 05.22an de pêk hatiye.
Li Japonyayê di erdheja ku 11 adara 2011an de qewimî û tsûnamiya ji pey wê re rabûbû de nêzî 19 hezarî mirov miribûn.
100 hezar kesên niştecihên bajarên derdora santrala nukleerê jî hatibûn tehliyekirin.