Li Zozanê Merga Butan a ku bilindahiya wî 2700 rakim e, navenda xweşiqitandinê hat avakirin.
Ajansa Pêşvebirina Herêma Rojhilatê (DAKA), "Projeya Vesazkirina Turîzmê ya Hekariyê" fînanse kir.
Navenda xweşiqitandinê ya ku li Zozanê Merga Butan a ku 12 kîlometre dûrî navendê ye hat vekirin.
Walî Yakûp Canbolat beşdarî vebûna navendê bû û piştî merasima vebûnê axivî got ku bi tevkariya Îdareya Taybet a Bajêr û DAKAyê me li Hekariyê navendeke kaşokê ya modern ku ji 3 qatan pêk tê çêkir.
Canpolat got ku ji sedî 70 DAKAyê ji sedî 30yî jî Îdareya Taybet a Bajêr projeyê fînanse kir û wiha dewam kir: "Maliyeta navenda xweşiqitandinê tevî tesîsatê ve zêdetirî milyar dolerek e. Em bawer in ku dê ev navend zehf bi kêrî turîzma sporê ya Hekariyê bê. Li gelê me û ciwanên ku ji sporê hez dikin bi xêr be. Em hêvî dikin ku li vir gelek ciwanên jêhatî bigêhin û gelê me yê Hekariyê jî dawiya hefteyê demeke xweş derbas bike."
Walî Canpolat, piştî merasima vekirinê li navendê de geriya û piştre jî goştê li ser maldoz biraşt li welatiyan belav kir.